23 Mayıs 2010 Pazar

Bêtebun...


Çi şevek giran bu tû nizani…
Ev çen sal çêbu te ji welatê dilêmin barkir
Wek şevek anha bu; zivistan bu, ba bu, baran bu
Gir girê Tav û bruska bu li ser rûhemin
Û ewrê tarî girt li ser qesra mi ji ter çêkiribu di dilê xwede
Çuna te bêkesî bu, ğela bu, tûnebun bu û êşa evîndarîyê bu
A wê çağê mi nû famdikir; evîndarî bi zimanê kûrdî çûxwas bi mâne bu

Mi tû çare ji tûnebuna tere nedît
Ne tû çem û ne tû bahra; tî buna dileminî bê te mabu derbas nedikir
Ne şoka rojê u ne tarîya şevê, xeyala suretê te ji ber çavêmin wenda nedikir
Ne pirsa hevala û ne axa welat, hilma minî bê te fire nedikir
Hêvyamin xwedayê jor bu,wî jî tû ji mir li jêr ava nedikir

Ez lalim, ez ker im, ez korim, ez evdalim
Peyva bê navête zimanêmin qebul naki; bi peyivi
Deng ji dengê te xweştir nehatîyi cîhanê ez gûhdar bikim
Çavêmin bi hêsira mij girtîyi; ji ber tû ne li pêşyamini
Tebatî nakevi cesedê canê mi lêêêê
Ez bum evdalek li ser çol û çepelâ bi hewar bi gazî
Navê hewar û gazîyami tû bu,û cîhan û alemê gûhdar dikir
Hew dengê min ne dihat te,ev jî tûnebuna te li min giran dikir
Zikê Ezraîl bi halê min di şewitî;mirinê ji mirê şujde dikir


24.05.2010- 02:17 /Ankara