27 Nisan 2011 Çarşamba

Bise..

Bise..
Dest mi nedi îşev, birînê min wek çemê Ferat’ê diheriki li ser dilê min..
Hêdi bavêmin hêdi..ez ji welatê bêkesbunê têm; ew welatê eşqa dila ketil dikin..
Na dayikamin na; mi zimanê xwe zudê jêkirîyı; ev dengê tê ne dengê miyi, dengê dilêminî qali..
Ha dayê, tê bîra te wexta li bêrîyê gûndê qalê min te şir didot ;carna li hevşê şêx û carna li hinda rez.. kefek nanê tissî û pelekî şêlmokê di destê mıdê, mi xwe dida benda ew kefa bi ser şîrê satila te diket..
Dengê te dikevi gühêmi tü dibê ji “vî lawkî ji bohna çi wer direj kir?”

Ew kefa bi ser şîrê te diket çixwaz xweşbu ne wer dayê?
Ha dayê! Û carna jî wexta te ew mîha gühanê wê tije şîr dikra bido ta û ji nav lepê şivên direvya, a wê demê çixwasî xwelqê te teng dibu tê bîra te ne wer?
Ha dayê! de îja wer em qala berxa wê mîha şivên jı nav lepê te filitandibu bikin..
Ew berxa bi çar çava li benda ca xwe û benda wextê bêrîyê.. ew berxa nûh çêbi bu; ji şîrê ca xwe pêv nikarî bu tiştek büxara..sofa wê berxê, li xwedayê jorbu û li ber xweda digerya jibohna şivan ca wê bifilitîni û ew jî firek şîrê ca xwe büxu..
Îja weri ez mêrsela dilê xwe ji ter bêjim dayikamin;
Ne warê bav û qalê min warê berê yi
Ne bêri ma ji miha re, û şivana gişa barkir çun welatê xerîb..
Pelê şêlmokê giş işk bu yadêee!!
Tenur giş xerabu dayê! nanê tissî li bajara bu êzing; ji bohna nanê firnê
Ne şîr ma û ne ew kefa bi ser satila te diket..
Le berx!
Ew berxa îro mezin bu..bu Beran le bele beranê kî bi tenê..
Li welatê xerîba derdikevi şevîna û nageri li çêrê..
Dilê wi dêşi dayê û berê wî li başurê rojhilati
Benda ca xweyi..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder